Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê kêm dibe

heta niha 296 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku 7 kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Li gorî hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, kesên bi vîrusa koroneyê ketine, 3 mêr û 4 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 1

Til Temir: 1

Dêrik: 1

Reqa: 1

Tebqa: 1

Dêrazor: 2

Her wiha hate ragihandin ku 2 kesên ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 523 kes bi koronayê ketine, ji wan 296 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 218 kes jî baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergritin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.