Sibê li Besreyê xwepîşandan tê kirin

ev du sale mijara biparêzgeh kirinê di rojeva xelkê deye.
کوردستان TV
100%

Xelk daxwaza bi parêzgeh kirina Besreyê dike.

Çalakvanên Besreyî ragihandine ku ev weke çalakvan û xelkê Besreyê xwe amade kirine û roja înê xwepîşandaneke mezin ya girseyî li dar xistin.

Çalakvanan diyar kiriye ku di xwepîşandanên sibê de, vê daxwaza biherêm kirina bajarê xwe bikin.

Şêniyên Besreyê jî behsa vê yekê kirine ku hikûmeta Bexdayê weke pêwîst xizmeta bajarê wan nake, dahata bajarê wan li cîhên din bikar tîne lewre ew dixwazên Besre bikin herêmeke serbixwe daku dahata xwe bo karûbarên xwe bikar bîne.

Weke tê zanîn ew du sala mijara biparêzgeh kirina Besreyê di rojeva xelkê Besreyê deye û heta niha jî çend caran xwepîşandan li vê bajarê hatine kirin û bi dehan kes jî hatine kuştin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.