56 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketine

401 kes jî baş bûne.
کوردستان TV
100%

Sê berketî jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 56 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 24 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 401 kes jî baş bûne û 3 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bigiştî 106 hezar û 343 kes bi Koronayê ketine û 3 hezar û 480 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.