Hikûmeta Kuwaitê rê dane kes serdana vê welatî bike

jiber belav bûna Koronayê ew biryar hatiye dayîn.
کوردستان TV
100%

Jiber Koronayê heta du hefteyan derî daxistîne.

Hikûmeta Kuwaitê îro pêncşem ragihand ku di çarçoveya rêkarên tendirostî yên bo xweparêziyê ji Koronayê, biryarên nû hatine stendin.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Kuwaitê, yek ji wan biryaran qedexe kirina hatina welatiyên biyaniye bo Kuwaitê.

Biryare ew biryara han roja yekşem ya hefteya pêşiya me bikeve meriyetê û heta 15 rojan berdewam be.

Heta niha li Kuwaitê 410 hezar û 167 kes bi Koronayê ketine û 961 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.