Vê di her warî de piştîvaniya Kurdistanê bike.
Konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies li gel Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Mistefa Seyêd Qadir civiya û di civînê de ragihand ku hijmareke zêde kompaniyên Fransî û saziyên medenî yên Fransî li Kurdistanê de kar dikin.
Decottignes herwiha anî ziman ku piştîvanî û piştgîriya Franseyê bo Kurdistanê berdewam dibe û Franse hewl dide ku çarçoveya piştîvaniya han zêdetir bike û di her warî de piştîvaniya Kurdistanê bike.
Di berdewamiya civîna han de her du aliyan behsa çend mijarên weke têkiliyên navbera Hewlêr û Parîsê, têkilî û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha rewşa giştî ya deverê kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin