Îsraîl dîsa êrîşî ser çekdarên Îranî kir

hijmara kuştiyan nehatiye belavkirin.
کوردستان TV
100%

Êrîş li devera Quneytra pêk hatiye.

Li gor jêderên nûçeyan, balefirên şer yên Îsraîlê dîsa êrîşî ser navendên leşkerî yên çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê kiriye.

Di encama êrîşa han de yaku li devera Quneytra ya li Başûrê Sûriyeyê pêk hatiye, zirarên gelek mezin ber çekdarên Îranî ketine.

Ne çapemeniya Îsraîlê û ne jî ya rejîma Sûriyeyê hijmara kuştî û birîndarên êrîşê belav nekirine lê çapemeniya rejîma Sûriyeyê behsa vê yekê kiriye ku hin mûşekên Îsraîlê ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ve hatiye xistin.

Weke tê zanîn beriya niha rayedarên Îsraîlê tekez li ser vê yekê kiribûn ku vê berdewam bin li ser êrîşên xwe yên li dijî çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê û rê nedin ku Îran li Sûriyeyê xwe bihêz bike.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.