3 gundên Efrînê yek Kurd di nava wan de nameya.
Li gor zaniyariyên berdest, di çarçoveya hewlên artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, yên bo guhertina demografiya Efrîna dagîrkirî, şêniyên sê gundên Efrînê bi temamî ji gundan hatine derxistin.
Artêşa Tirkiye û cîhadiyan, li wan gundan navendên nû yên leşkerî avakirine û dest danîne ser tevahiya mal, milk û axa Kurdan.
Niha her sê gundên Şêxûrza Jêrîn, Şêxurza Ortê, û Şêxurza Jorîn yên ser bi devera Bilbilê, ji şêniyên Kurd bi temamî hatine valakirin û kesûkarên cîhadiyên Tirkiyeyê li wan gundan hatine nîştecîhkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin