Aktîvîsta kurd Roya Celalî hat girtin

beriya niha jî 4 meh di girtîgehê de maye.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Sine aktîvîsteka kurd hat girtin û ber bi cihekî ne diyar ve hat birin.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, duhî hêzên asayişa Îranê li bajarê Sine ketin mala aktîvîsta kurd Roya Celalî û ew girtin.

Li gorî agahiyan, heta niha nayê zanîn Roya Celalî birine ku. Malbata wê jî gelekî nîgeran bûne ji ber ku Roya Celal diya du zarokan e û nexweşiya wê ya MS heye.

Roya Celalî di warê mafên jinan de kar dike. Par meha Çile jî hevjînê wê yê jîngehparêz Xebat Mefaxirî hatibû girtin lê piştî 4 mehan bi şert hatibû berdan.

Ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.