Amerîka: Lazime Tirkiye dev ji S400an berde

dibêje lazime Tirkiye dev ji S400an berde.
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Amerîkayê ev ji rayedarên Tirkiyeyê re gotiye.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku piştî dest bi kar kirina hikûmeta nû ya Amerîkayê, bi Serokatiya Jeo Biden, bo cara ewil peywendiyeke telefûnî di navbera rayedarên Amerîka û Tirkiyeyê de çê bûye.

Koşka Spî diyar kiriye ku Peyvdarê Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Îbrahîn Kalin telefûna Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan kiriye û her du alî li ser çend mijarên hevbeş giftûgo kirine.

Her di heman peyvendiya han ya telefûnî de Jake Sullivan ji Tirkiyeyê re bi eşkere gotiye eger Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Amerîkayê baş bike, lazime Tirkiye dev ji pergala berevaniya S400 ya Rûsî berde.

Weke tê zanîn ev demeke dirêje ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de çend kêşeyên mezin hene û zêdetir ji mehekê yeku Serokkomarê Tirkiyeyê telfûna Serokê Amerîkayê Jeo Biden dike, lê Biden ne amadeye li gel wî biaxeve.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.