John Bolton: Çareseriya yekane dewleta Kurdistanî ye

dibêje lazime Amerîka zêdetir piştîvaniya Kurd bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje nabe rê were dayîn dever bikeve bin hejmûna Îranê.

Şêwirmendê berê yê ewlekariya nîştimaniya Amerîkayê, John Bolton di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku nabe Amerîka rê bide ku dever bi temamî bikeve bin hejmûna Îranê.

Bolton herwiha diyar kiriye ku çareseriya yekane bo tevahiya kêşeyên deverên ava kirina dewleteke Kurdistaniye û lazime îdareya nû ya Amerîkayê beruvajiya serdema Trump piştîvaniyeke zêdetir pêşkêşî Kurd bike.

Bolton di berdewamiya axaftinên xwe de aniye ziman ku di dema pîwerdariya xwe de wisa hizir kiriye ku lazime Kurd bibin xwedan dewleteke serbixwe û niha jî berevanî ji hizira han dike û nabîne ku Bexda bikarêbe weke hikûmeteke nîştimanî û federalî kar bike.

Nav hatî diyar kiriye ku niha Îraq ji her demekê zêdetir ketiye bin hejmûna Îranê û çekdarên şîe jî ku ser bi Îranê ne, li deverên ku şêniyên wan ne şîene karên gelek xirab û wêranker dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.