Xaça Sor: Me 95 hezar dîl veguhastine

dibêje berdewam dibin li ser çalakiyên xwe yên însanî.
کوردستان TV
100%

Ev dîlên han dîlê şerê navbera Îran û Îraqê bûne.

Komîteya Xaça Sor ya navnetewî daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa vê yekê kiriye ku şaxê Îraqê ya komîteya han kariye di nava çend salan de 95 hezar dîlan veguhêze welatên xwe.

Di daxuyaniya komîteya Xaça Sor de behsa vê yekê hatiye kirin ku şaxê Îraqê ya komîteyê, piştî sala 2003an ve heta niha kariye di navbera Îran û Îraqê de bi giştî 95 hezar dîlên şerê 8 sale ya di navbera Îraq û Îranêde veguhêze welatên xwe.

Komîteya han ev daxuyanî bi minasebeta 40 saliya vekirina şaxê xwe ya li Îraqê belav kiriye û tekez li ser berdewam kirina kar û çalakiyên xwe yên însanî li Îraqê kiriye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.