Li gel Serokwezîrê Îraqê dicivin.
Biryarderê komîteya ewlekarî û leşkerî ya parlementoya Îraqê Nasir Herkî û parlementerê PDKê ye li parlementoya Îraqê, ragihand ku vê îro li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bicivin.
Nasir Herkî diyar kir ku di civînê de giftûgo li ser çend mijaran tê kirin bi taybetî rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.
Di civînê de ku Fermandariya giştî ya hêzên çekdar yên Îraqê jî têde beşdar dibe, behsa rewşa ewlekarî ya Îraqê, liv û tevgerên terorîstên DIŞIê û herwiha kêşe û aloziyên ku ji aliyên çekdarên heşda şebî ve li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û şêniyên Kurd têne çêkirin, were kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin