Ev baregeh li nêzî gundê Şênî ya li devera Helşo bûne.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê ragihand ku îro danê sibê, balefirên şer yên artêşa Tirkiyeyê, di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser gerîlayên PKKê de bo cara ewil li devera Helşo ya li Pişderê pêgehên PKKê bordiman kirine.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me dane, balefirên Tirkiyeyê li gundên Şênî ya ser bi Helşo ya li devera Pişderê baregehên pkkê bordiman kirine.
Heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên bordimanê de nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin