Nunera NY serdana Îranê kir

behsa rewşa Îraqê kirine.
کوردستان TV
100%

Li gel Şêwirmendê rêberê şoreşa Îranê civiya.

Di rojên derbasbûyî de nunera Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert serdana Îranê kiriye.

Di serdana han de Jeanine Hennis-Plasschaert di çarçoveya hewldanên NY yên bo dabîn kirina aramiya Îraqê de, li gel Şêwirmendê rêberê şoreşa Îranê Elî Welayetî civiyaye.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser çend mijar û babetên herêmî, herwiha giftûgo li ser rewşa Îraqê û çawetiya dabîn kirina aramî û ewlekarî li Îraqê de hatiye kirin.

Weke tê zanîn Îran yek ji wan fakterên girînge ku li Îraqê de xwedan rol û bandoreke serekiye û beşeke zêde ya şîeyên Îraqê girêdayî Îranê û biryarên Îranê ne.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.