Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku îro li Bakur û Rojhilata Sûriyê 14 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 4 kes jî baş bûne.
Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê (Covid-19) ketine 8 mêr û 6 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 1
Qamişlo: 1
Dêrik: 2
Çilaxa: 1
Reqa: 7
Tebqa: 2
Ciwan Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşên koronayê 4 kes jî baş bûne û tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 490 kesî; ji wan 296 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 216 kes baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin