Mesrûr Barzanî: Emê çanda bihevre jiyanê bihêztir bikin

dibêje emê nirx û buhayên bihevre jiyanê bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Derbarê salvegera teqînên 1ê Sibatê de peyamek pêşkêş kiriye.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 17 saliya teqînên 1ê Sibatê yên li Hewlêrê û navendên PDK û YNKê kiribûn armanc û di encama teqînan de hijmareke zêde rayedarên her du aliyan û xelkê medenî şehîd bibûn, li ser twitterê peyamek belav kir.
Serokwezîr di peyama xwe de nivîsandiye; 17 sal beriya niha li navendên PDK û YNKê dema pêwşaziya mêwanên ku bo pîrozbahiya cejnê serdan kiribûn, du teqîn her du baregehên liqa 2 ya PDK û melbenda 3 ya NYKê kirin armanc, di encama wan her du teqînan de çend Serkirde, kadir û berpirsên her du aliyan û hijmareke zêde xelkê medenî jî şehîd bûn û hijmareke din jî birîndar bûn.
Em di vê rojê de şehîdên wan kiriyarên terorîstî bi rêzdarî bibîr tînin, serê rêzdariyê jî bo wan ditewînin.
Em di vê bîranîna han de tekez li ser bihêztir kirina nirx û buhayên bihevre jiyana aştiyane dikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.