Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa rêkeftina Şingalê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel baylozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî, Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 1/2/2021an me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thornton têde beşdar bû, rewşa Îraqê, deverê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin nirxandin.

Balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê behsa vê yekê kir ku welatê wî amadeye her cure hevkariyek pêşkêş bike daku herêma Kudistanê û hikûmeta federalî bigehêjin rêkeftineke dadmend û berdewam li ser esasê destûra bingehîn ya Îraqê.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser vê yekê kirk u herêma Kurdistanê hertim pêbendiyên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye daku li gel hikûmeta federalî bigehêje rêkeftinekê ku têde mafên destûrî yên xelkê herêma Kurdistanê hatibin dabînkirin.

Mekanîzmên serkeftina hilbijartinên pêş yên Îraqê, girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û der çûna milîşa û çekdarên derqanûnî li deverê de beşeke din ji mijarên giftûgoya civîna me bûn.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.