Serokê herêma Kurdistanê li gel wezîrê dad yê Îraqê civiya

tekez li ser hemahengiya navbera her du aliyan kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa kêşeyên qanûnî yên milkdariyê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê dad yê Îraqê Salar Ebdulstar Mihemed kir.

Di civînê de her du alî giftûgo derbarê rewşa dadweriyê li Îraqê, kar û çalakiyên dezgehên dadweriyê kirin û tekez li ser parastina serweriya qanûn û serxwebûna dadgehan kirin.

Herwiha tekez li ser vê yekê kirin ku lazime hevkarî û hemahengiya pêwîst di navbera her du wezaretên dad yên herêma Kurdistanê û Îraqê de hebe.

Di berdewamiya civîna han de Nêçîrvan Barzanî û wezîrê dad yê Îraqê behsa kêşeyên qanûnî yên milkdariyê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.