Beşîr Hedad: Sê  pêşniyar derbarê para Kurdistanê de hene

dibêje mimkune vê hefteyê bigehêjin rêkeftinê.
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê dibêje lihev kirin gelek nêze.

Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Dr, Beşîr Hedad ku endamê firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê ye, ragihand ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyaloga bo gehêştin bi lihev kirinê berdewame û lihev kirin jî gelek nêze.

Beşîr Hedad diyar kiriye ku derbarê para herêma Kurdistanê aliyên Îraqî sê pişniyar pêşkêş kirine, ya yekê ewe ku Kurdistan mehane 450 hezar bermîl betrol radestî Bexdayê bike, ya dudiyan jî ewe ku Kurdistan tevahiya dosyeya petrolê radestî Bexdayê bike û ya sêyem jî ewe ku Kurdistan mehane li gor rêkeftinên berê, 250 hezar bermîl petrol radestî Îraqê bike.

Nav hatî diyar kiriye ku hêvî dikin vê hefteyê Hewlêr û Bexda bigehêjin rêkeftinê û bûdceya 2021an ya federalî jî yaku para Kurdistanê têde hatiye gerentîkirin were qebûlkirin.

Weke tê zanîn ev du roje şanda danûstandinkar ya Kurdistanê bo domandina diyaloga heyî li Bexdayê ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.