Kêşeya teknîkî ya Dana Gaz hate çareser kirin
Duhê êwarê rastî kêşeyeke teknîkî hatibû.
Hikûmeta Kurdistanê belav kir ku, ew kêşeya teknîkî yaku duhê êwarê li rafîneya serekî ya hêlbirîna gaza xwezayî ya Dana gazê de çê bibû, hatiye çareserkirin.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê, duhê jiber kêşeyeke teknîkî prosesa hilbirîna gaza xwezayî li rafîneya Dana gazê hatibû rawestandin, lê piştî hewldanên aliyên têkildar îro ew kêşeya han hatiye çareserkirin.
Jiber ew kêşeya teknîkî dabeş kirina elektirîkê jî kêm bibû lê piştî çareser kirinê prosesa dabeşkirinê normal bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin