Kazimî: Xwîna berpirsan ne hêjatire ji xwîna welatiyan

dibêje emê toleya şehîdên xwe bistînin.
کوردستان TV
100%

Pêşwaziya kesûkarên qurbaniyên teqîna meydana Teyran kir.

Serokwzîrê Îraqê Mistefa Kazimî di dema civîna xwe ya li gel kesûkarên qurbaniyên teqînên meydana Teyran ya li Bexdayê ragihand ku, xwîna ti berpirseke Îraqî ne hêjatire ji xwîna ti welatiyeke din ya Îraqê.

Kazimî herwiha ferman bi civata wezîran û wezareta karûbarên şehîdan kiriye daku tevahiya rêkarên qanûnî yên bo cîhbicîhkirina daxwazên kesûkarên qurbaniyan bicîh bînin.

Kazimî herwiha ew yek jî eşkere kiriye ku erkê ser milê wane ku toleya şehîdan ji terorîstan bistînin.

Weke tê zanîn di destpêka vê mehê de li meydana Teyran ya li Bexdayê du teqînên mezin pêk hatibûn û di encam de bi dehan kes bibûn qurbanî.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.