Berpirsekî din yê DIŞIê hate kuştin

berpirsê leşkerî ya terorîstên DIŞIê bûye.
کوردستان TV
100%

Di operasiyonekê de li Enbarê hatiye kuştin.

Artêşa Îraqê belav kir ku, di çarçoveya operasiyonên wan yên li dijî DIŞIê de, hêzên artêşa Îraqê karîne li parêzgeha Enbarê operasiyoneke din lidar bixin û berpirsekî din yên DIŞIê bikujin.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê ew berpirsê DIŞIê yê ku li devera Rotbe ya li parêzgehê Enbarê hatiye kuştin, berpirsê leşkerî yê terorîstên DIŞIê li deverê bûye û navê wî jî Musena Şetran e.

Weke tê zanîn roja pêncşemê jî di encama operasiyoneke asmanî de du berpirsên din yên DIŞIê hatibûn kuştin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.