Cemîl Bayik: Em dixwazin li gel PDK bi hevre tev bigerin

dibêje soz didin ku dijminatiya Başûrê Kurdistanê nekin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em soz didin ku hikûmet, pêgeh û berejwendiyên Başûr biparêzin.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ragihand ku ew dixwazin li dijî neyarên Kurd û Kurdistanê li gel partiya demokrata Kurdistanê tev bigerin.

Cemîl Bayik di daxuyaniyekê de ku ji aliyê çapemeniya PKKê ve hatiye weşandin diyar kiriye ku ew weke KCKê li ber çavê tevahiya gelê Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê soza vê yekê didin ku bi ti awayî dijminatiya Başûr, destkeftiyên başûr, pêgeha başûr, hikûmeta başûr, hêzên pêşmerge û xelkê başûrê Kurdistanê nekin û wan biparêzin.

Bayik herwiha diyar kiriye ku ew weke KCK dixwazin li dijî dijmin û neyarên Kurdistanê li gel partiya demokrata Kurdistanê tevbigerin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.