Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 13 kesên din bi vîrusa koroneyê ketine.
Li gorî hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa, kesên bi vîrusa Koroneyê ketine 9 mêr û 4 jin in, ji van herêman:
Hesekê: 2
Qamişlo: 3
Girkê Legê: 1
Tebqa: 3
Dêrazor: 1
Minbic: 3
Mistefa bi bîr xist ku 2 pêkhetiyên vîrusê bi temamî baş bûne û tu kes nemiriye.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 hezar û 476 kes bi vîrusa koroneyê ketine, ji wan 296 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 212 kes jî baş bûn.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin