Li Amerîkayê metirsiya êrîşên terorîstî heye

dibêje nerazîbûn ji encamên hilbijartinan gelek zêdene.
کوردستان TV
100%

Wezareta ewlekariya navxweyî ya Amerîka ser çalakiyên terorî hişyariyê dide.

Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Amerîka ragihand ku jiber hin welatiyên ji encamên hilbijartinên 3’yê Mijdarê ne razî ne, li welêt rîska lidarxistina çalakiyên terorî zêde bûye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Ewlekariya Navxweyî agahîyên berdest raber dikin ku hin alîgirên tundrêbûnê yên guherîna seroktiyê qebûl nakin dikarin bo çalakiyên şîdetê dest bi tevbigeran bikin.

Ew daxuyanî nade zanîn ku ti plana terorê heye yan ne, lê çaverê ye ku ew gefa li Amerîka çend hefteyan bidome.

Wezarata Ewlekariya Navxweyî dîyar kir ku alîgirên tundrêbûnê dikarin jiber sînordarkirinên ser vîrusa korona û hêza polîsan jî çalakiyan li dar xin.

Wê wezaretê ragihand ku dijberiya koçberan jî di nav de hin girjîyên nijadî dikarin rê li ber çalakîyan vekin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku alîgirên Serokê berê Donald Trump di 6'ê Rêbendanê de êrîş biribûn ser Kongresê û di bûyerên tundûtûjîyê de 5 kesan canên xwe ji dest dabûn û merasîma sondê ya Serok Joe Biden jî bi tedbîrên berfireh li dar ketibû.

Ji denge amerîkayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.