Şandeke Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kiriye

serdan li ser vexwandina fermî ya Tirkiyeyê bûye.
کوردستان TV
100%

Ev şand ya wezareta çandiniyê bûye.

Wezareta çandiniyê ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku beriya sê rojan, li ser vexwandina fermî ya wezareta çandiniyê ya Tirkiyeyê şandeke wezareta çandiniyê ya Kurdistanê bi Serokatiya wezîra Çandinî û karûbarên avê, Bêgerd Talebanî serdana Tirkiyeyê kiriye.

Şanda Kurdistanî li gel Waliyê Dîlokê û rayedarên wezareta çandiniyê ya Tirkiyeyê civiyaye û di civînan de behsa çawetiya veguhastina ezmûna çandiniyê ya Tirkiyeyê bo Kurdistanê û herwiha bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de hatiye kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.