Amerîka balefirxaneyeke nû li Siûdiyeyê çê dike

duhê jî liv û tevgerên balefirên B52 li deverê zêde bûne.
کوردستان TV
100%

Ew balefirxane leşkeriye û bo rûbirû bûna êrîşên Îranê tê çêkirin.

Hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Siûdiyeyê ku niha balefirxane û navendên leşkerî yên Siûdiyeyê bikar tînin, xwe li vê welatî bihêztir dikin.

D vê derbarê de Fermandariya navendî ya hêzên leşkerî yên Amerîkayê ragihandiye ku Amerîka dixwaze bo rûbirû bûna êrîşên Îranê balefirxaneyeke nû ya mezin ya leşkerî li Sidûiyeyê çê bike û tê de hijmareke balefirên şer bicîh bike.

Li gor daxuyaniyê, heta niha Amerîk bo bersifdana êrîşên mûşekî yên Îranê, balefirxaneyên leşkerî yên Siûdiyeyê bikar aniye û berdewame li ser bikar anîna wan navendan û ji bilî wan jî vê balefirxaneyeke din ya leşkerî a mezin were çêkirin.

Weke tê zanîn duhê jî Fermandariya navendî belav kiribû ku balefirên B52 yên Amerîkî li gel çend balefirên din yên şer, li asmana welatên kendavê dest bi firînên tetbîqatî kirine.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.