Helbestvan û nivîskarê Kurd Deham Hesen koça dawî kir

xwedan dehan berhemên curbicure.
کوردستان TV
100%

Helbestvan û nivîskarê Kurd Deham Hesen ku sala 1946an li Amûd a Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, îro 27ê Çile koça dawî kir.

Deham Hesen ji bilî helbestvaniyê gelek berhemên cuda di warên çîrok û fikir û siyasetê de nivîsandine.

Pirtûkek wî bi navê “Di raman, çand û siyasetê de neynik” heye û ji komeke lêkolînên fikirî û siyasî pêk tê. Gelek helbest û nivîsên wî di gelek rojname, kovar û malperan de hatine weşandin.

Hat ragihandin wê cenazeyê helbestvan Deham Hesen îro 27ê Çile ji pêşiya Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi rê bikeve û li goristana taxa Hilêliyê bê definkirin.

Kurtejiyana Deham Hesen:

Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesekê qedandiye. Li Zanîngeha Helebê, beşa ziman û wêjeya erebî bidawî kiriye. Nêzî 25 salan wek mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî karmendî kiriye. Niha jî destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe ji kar û barên zimanê kurdî re vala kiriye. Di destpêkê de çalakiyên xwe yên rewşenbîrî bi zimanê erebî dinivîsandin. Helbest û gotarên xwe di rojname û govarên erebî de belav dikirin. Sala 1978ê di encama ezmûneke derûnî de li xwe hay bû û ev pirs ji xwe kir: Kesê ku tovê xwe di zeviya xelkê de biçîne, gelo ji bilî poşmaniyê, wê çi biçîne? Wê hingê her tişt di mêjiyê wî de hat guhertin. Berê pênûsa wî jî, di nav pêlvedanên wê ezmûna derûnî de hat guhertin. Nêzî 10 salên peyapey, xwe bi xwendin, danehev û hevberkirina ziman û rêzimana kurdî westand. Di sala 1988ê de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.

Berhemên wî:

-Peyvînek Bi Kurdekî re (wergerandin) bi erebî, Şam (1989)

-Li Ber Dergehên Laleş (Helbest) bi kurdî û erebî, Şam (1990)

-Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî (Rexne) Şam (1992)

-Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî (Lêkolîn), Şam (1993)

-Di Muzîka Helbestên Kurdî De (Têbînî û Bersiv), bi eremî, Şam (1995)

-Rênivîsa Zimanê Kurdî, Kombenda Kawa, Libnan (1998)

-Dastana Gilgameş, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Amed Enstîtuya Kurdî (2006),

-Nav Di Zimanê Kurdî De, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Amed (Enstituya Kurdî (2006)

-Cînav Di Zimanê Kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Amed (Enstituya Kurdî (2006)

-Kar (Lêker) Di Zimanê Kurdî De, Amed, Enstîtuya Kurdî çapa yekem (2011), Duhok, Spîrêz, Çapa duyem (2012), bi alfabeya erebî.

-Yarsan (Elhî Heq), Amed, Lîs (2017)

-Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî (Kurmancî), Lîs (2018)

(Çavkanî: Bernamegeh)

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.