Antony Blinken bû wezîrê derve yê Amerîkayê

78 deng bidest aniye.
کوردستان TV
100%

Kongrês û Senatorên Amerîkî ew pejrandine.

Civata Senatoran, Antony Blinken ku ji aliyê Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden ve bo postê wezîrtiya derve wek berbijêr hatibû diyarkirin, pejirand.

Li Civata Senatoran, 78 senatoran piştgirî dan Blinken û 22yan jî dijî wî deng dan.

Berbijêrbûna Blinken hefteya borî li Komîsyona Peywendîyên Derve piştgirîyeke mezin sitandibû û çaverê bû ku her du partî jî piştgirîya wî bikin û ew bibe wezîr.

Antony Blinken ji zû de ye nêzî Joe Biden e. Blinken wexta Biden cîgirê Serokê berê Barack Obama bû, bo demekê cîgirîya wezîrê derve kiribû.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.