Vaksîna Koronayê digehêje Kurdistanê

100 miliyon dolar bo vaksînê hatiye dabînkirin.
کوردستان TV
100%

Di dawiya meha Adarê de li ber dest dibe.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye ku di dawiya meha Adara 2021an de vaksîna dijî Koronayê li Kurdistanê de berdest dibe.
Peyvdarê wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê Aso Hewêzî diyar kiriye ku wezareta tendirostî ya Îraqê ji wan re gotiye vê di demeke nêz de vaksîna Koronayê digehêje Îraqê û para Kurdistanê jî tê dayîn.
Aso Hewêzî diyar kir ku heta niha bi rastî û temamî dema gehêştina vaksîna Koronayê bo Îraqê nehatiye diyarkirin lê herî direng di dawiya meha Adarê de li Kurdistan û Îraqê de liber dest dibe.
Hikûmeta Îraqê her îro biryar daye daku 100 miliyon dolar bo Korona vaksîna Fpizer dabîn bike.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.