Cîgirê Seroka Parlementoyê li gel şandeke Brîtanî civiya

Brîtanya dixwaze têkiliyên Hewlêr û Bexdayê baş û bihêz bin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Îro Cîgirê Seroka Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li gel şandeke balyozxaneya Brîtanyayê ya li Bexdayê civiya.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin derbarê têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê de, giftûgo jî derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Şanda Brîtanî diyar kir ku Brîtanya dixwaze têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê baş û bihêz bin û kêşeyên heyî jî bi rêya diyalog û danûstandinê werin çareserkirin.

Di civînê de ku şandeke Konsulusxaneya Brîtanyayê ya li Hewlêrê jî têde beşdar bû, Cîgirê Seroka Parlementoyê diyar kir ku bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de şanda danûstandinkar ya Kurdistanê li Bexdayê ye û Kurdistan dixwaze tevahiya kêşeyan bi rêya diyalog û di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.