Hikûmeta Îraqê jî vaksîna Koronayê dikire

ew pere li bankaya navendî hatiye dabînkirin.
کوردستان TV
#60
100%

100 miliyon dolar amade kiriye.

Îro civata wezîran ya Îraqê bi Serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya.

Di civîna îro ya civata wezîran de biryar hate dayîn daku 100 miliyon dolar bo kirîna vaksîna Koronayê were dabînkirin.

Civata wezîran diyar kiriye ku biryar hatiye dayîn daku 100 miliyon dolar li bankaya navendî ya Îraqê were dabînkirin bo kirîna vaksîna Koronayê yaku wezareta tendirostî ya Îraqê dipejrîne.

Weke tê zanîn heta niha li Îraqê 615 hezar û 380 kes bi Koronayê ketine û 13 hezar û 10 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.