Sedir: Zext li Suneyan tê kirin

dibêje sune zirarmendê yekem yên terorê ne.
کوردستان TV
100%

Dibêje bi navê şerê terorê zext li suneyan tê kirin.

Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir ragihand ku li gel nêz bûna dema hilbijartinan li Îraqê hin alî li parêzgehên sune nişîn zext li welatiyên sune dikin û fêde ji boşatiya ewlekarî û destûrî werdigirin bo mebest û meramên xwe yên siyasî.

Sedir di beşeke din ya peyama xwe de yaku li ser twitterê belav kiriye ragihandiye ku di bin navê şerê dijî terorê û rûbirû bûna terorê de zext li welatiyên sune yên Îraqê tê kirin.

Sedir ew yek diyar kiriye ku ew aliyên ku zextê li welatiyên sune dikin ew yek ji bîr kirine ku sune zirarmendên herî serekî yên destê terorê ne.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku gelek şerme û alozî û rikeberiya aliyên siyasî ji bo hilbijartinan be ew di demekê de ye ku tevahiya parêzgehên Îraqê di hejarî û nedarî de dijîn.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.