Karê wan leşkeran şêwirmendiye.
Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê belav kir ku, îro sêşem, 25 leşkerên xwe şandine Îraqê.
Li gor nûçeyeke kanala cnnturk, wezareta berevanî ya Tirkiyeyê diyar kiriye ku di çarçoveya pîwerdariya NATO yê li Îraqê de, Tirkiye generalek û 24 leşkerên xwe şandiye Îraqê.
Di daxuyaniya wezareta berevaniya Tirkiyeyê de hatiye diyarkirin ku erkê wan leşkeran, şêwirmendiye û di ware şêwirmendiyê de hevkariya artêşa Îraqê dikin.
N. E, G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin