Hillary Clinton û keça xwe romana "Keçên Kobanî" dikin fîlm

beriya 6 salan Kobanê ji destê DIŞIê hatibû rizgarkirin.
کوردستان TV
100%

 Hillary Clinton û keça xwe ya bi navê Chelsea Clinton bi rêya kompaniyeke hunerî, romana "Keçên Kobanî; Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperwerî", dikin rêzefîlm.

Romana "Keçên Kobanî; Çîroka Serhildan, Wêrekî û Dadperwerî" ji aliyê nivîskara Amerîkî Gayle Tzemach Lemmon ve hatiye nivîsandin û têde behsa çîroka wêrekiya jinên Kurd dike, ku di rêzên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de li Kobanî rûbirûyî DIŞIê bûne.

Kompaniya Hillary Clinton û keça wê, di bin navê "Ronahiya Veşartî" de li ser berhema ku li Amerîkayê gelek zêde hatiye firotin, dixebite.

Li gor malpera CNN Travel, romana Keçên Kobanî yek ji 12 berhemên herî nuwaze ye û bala xwendevanan kişandiye. Biryar e di 16ê Sibatê de ev berhem ji aliyê Penguin Press ve were belavkirin.

Romana "Keçên Kobanî" bi rêya gelek hevdîtin û amadekriina raportên li ser rola jinên Kurd di eniya şerê dijî DIŞIê de li Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin.

Ji basnewsê hatiye wergirtin.

N: E. G

 

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.