Îro salvegera azad kirina Kobanê ye

YPG û Pêşmerge bihevre Kobanê rizgar kirin.
کوردستان TV
100%

6 sal biser azad kirina Kobanê re derbas dibe.

Terorîstên DIŞIê yên ku hevkarî û alîkarî ji welatên cîran werdigirtin, bi temamiya hêz û hovîtiya xwe êrîşî ser Kobanê kirin û dixwestin Kobanê jî dagîr bikin, lê piştî çend mehan şer û peçûnan, bajarê Kobanê ji aliyê hêzên YPG û hêzên pêşmerge ve hate rizgarkirin û rê nedan ku Kobanê jî bikeve destê terorîstên DIŞIê.

Îro di 6mîn salvegera azad kirina Kobanê de, Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê yaku Amerîka pêşengiya vê dike, peyamek belav kiriye.

Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsandiye ku hêzên Kurdî li deverê de bûne mînaka herî mezin û bawerpêkirî ya hevpeymaniyê li deverê de.

Nav hatî di dawiya peyama xwe de pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî Kurdan kiriye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.