Civînên şanda Kurdistanî berdewamin

civînên şanda Kurdistanî berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Heta rêkeftina yekcarî ew civîn berdewam dibin.

Şanda danûstandinkar ya Kurdistanê yaku duhê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Bexdayê kiribû, civînên xwe didomîne.

Duhê bi şev şanda Kurdistanî li gel komîteya darayî ya parlementoya Îraqê û firakisyonên Kurdistanî li parlementoya Îraqê civiya bû.

Di civînan de şanda Kurdistanê amadebûna hikûmeta Kurdistanê bo îmze kirina rêkeftinê li gel hikûmeta federalî diyar kiriye.

Îro jî şanda Kurdistanî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel aliyên têkildar yên Îraqê bo diyar kirin û gerentî kirina para Kurdistanê ji bûdceya 2021an ya Îraqê didomîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.