Balefirgeha Mûsilê dîsa tê vekirin

Franse balefirgehê nûjen dike.
کوردستان TV
100%

Di dema şerê DIŞIê de zirar dîtibû.
Civata wezîran ya hikûmeta Îraqê belav kiriye ku vê balefirgeha Mûsilê yaku jiber şerê rastî zirarên gelek zêde hatibû, dîsa tê nûjenkirin û destbikar dike.
Civata wezîran eşkere kiriye ku hikûmet li gel hikûmeta Franseyê rêkeftinek îmze kiriye û di çarçoveya rêkeftina han de hikûmeta Franseyê bi rêya kompaniyên xwe, balefirgeha Mûsilê nûjen bike û bixe xizmetê.
Hikûmeta Franseyê biryare deyineke zêde bide Îraqê û projeya nûjen kirina balefirgeha Mûsilê jî yaku di dema şerê DIŞIê de bi qasî sedî 70 zirar dîtibû, di çarçoveya heman projeyê deye.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.