Dr. Xelef: Serbilindim ku dibêjim Serok Barzanî

dibêje li gel bavê xwe tenê bo gelê xwe jiyane.
کوردستان TV
100%

Dibêje ew li gel bavê xwe bo gelê xwe jiyane.

Kesayetiyê navdar yê eşîreta Cibûr ya li Mûsilê û mamosteya Zanîngehê Dr, Ebdula Xelef ragihand ku we weke Îraqiyekî serfiraze ku ji Mesûd Barzanî re dibêje Serok Barzanî û bextewere ku Serok Barzanî dibîne.

Dr. Xelef eşkere kiriye ku Serok Barzanî û bavê wî yê rehmetî tenê bo gelê xwe jiyane û bi hezaran şehîd jî dane.

Xelef herwiha tekez li ser vê yekê jî kiriye ku tawaneke gelek mezine ku ti şaştiyek li hember Serok Barzanî were kirin. Di rojên dijwar de Barzanî hertim deriyên xwe bo me û kesên din yên ku di metirsî û di bin gefan de bûne vekirî hêştiye. Di dema şerê DIŞIê de jî Barzanî tevahiya deriyên Kurdistanê bo aware û penaberên Îraqê vekir û di dema rejîma Sedam de jî bi heman awayî tevgeriyaye û rê nedaye welatiyên Îraqê hawara xwe bo ti kes û cîheke din bibin lewre lazime em weke xelkê Îraqê li hember wefadariya Barzanî rêzdar bin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.