Li Îraqê 13 hezar kes canê xwe ji dest dane

di nava 24 seatan de 7 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara miriyên Koronayê li Îraqê jî kêm bûye.

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 813 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Îraqê diyar kiriye ku di nava heman demê de 7 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta niha li Îraqê bi giştî 13 hezar kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.