Operasiyonên girtinê li Rojhilatê Kurdistanê didomin

çarenivîsa beşeke zêde ji wan nediyare.
کوردستان TV
100%

67 kes hatine girtin.

Li gor jêderên nûçeyan li Rojhilatê Kurdistanê, operasiyonên girtina ciwan û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê didomin û hêzên ewlekarî yên Îraqê bi şev û roj li pey girtina welatiyên Kurd dene.

Hate zanîn ku di çarçoveya operasiyonên han de di nava du hefteyan de li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de bi giştî 67 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve bi hincetên curbicur hatine girtin û heta niha çarenivîsa beşeke herî zêde ji wan girtiyan nediyare.

Herwiha tê gotin ku hêzên ewlekarî yên rejîmê rê nadin ku welatiyên Kurd yên girtî Parêzer jî bo xwe diyar bikin daku berevanî ji mafên wan bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.