Serokê Meksîko Obrador dibêje bi Korona ketiye

dibêje nîşan sivêkin lê dîsa jî xwe derman dike.
کوردستان TV
100%

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador ji Twitterê ragihand ku ew bi vîrusa korona ketiye.

Obrador da zanîn ku semptomên wî sivik in, lê dîsa jî ew xwe derman dike.

Obrador nivîsiye; Wek her tim ez geşbîn im. Emê bi hev re têk bibin. Doktor Olga Sanchez Cordero dê min temsîl bike û her roj ser tiştên em dikin we agahdar bike.

Wî diyar kir ku ewê şopandina kêşeyên civakî bidomîne û da zanîn ku ewê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re ser şandina vaksîna Sputnik V danûstandinê bike.

Hikûmeta Meksîko meha borî dabû zanîn ku ew dixwazin ji vaksîna Sputnik V 12 mîlyon doz bikirin.

Li Meksîko niha vaksîna Pfizer û BioNTechê tê karanîn.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Meksîko 1,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 149,614 kes bi wê mirine.

Ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.