Serok Barzanî li gel Konsulus û nunerên welatên Erebî civiya

tekez li ser çareseriya aştiyane bo kêşeyan kirin.
کوردستان TV
100%

Konsulus û nuneran rêzdariya welatên xwe bo Serok Barzanî û Kurdistanê diyar kirin.

Îro duşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya hijmareke Konsulus û nunerên welatên Erebî yên li Hewlêrê kir ku ji nuner û Konsulusên Felestîn, Ordin, Kuwait, Misir û Îmaratê pêk hatibûn.

Di destpêka civînê de şanda welatên Erebî, silav û rêzdariya Serokên welatên xwe bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê diyar kirin û jiber vehevandina hijmareke zêde ji koçber û awareyên dema şerê DIŞIê jî şanda han rêzdariya xwe bo gelê Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê anî ziman.

Şanda mêwan rola hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê û têk birina DIŞIê jî bi roleke girîng û dîrokî bilêv kir û spasiya hêzên pêşmerge jî kir.

Şanda welatên Erebî ji bilî ku xwesteka welatên xwe ya bo bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê diyar kir, hevdem daxwaz kir daku tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasiya şanda mêwan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê hetim hewla vê yekê daye daku li gel gel û welatên deverê xwedan têkiliyên baş be, hertim pêdagirî li ser aştî, aramî û bihevre jiyana aştiyane kiriye.

Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazime kêşeyên heyî bi diyalogê û di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de û herwiha li ser esasê rêz girtin ji pêgeha destûrî ya Kurdistanê werin çareserkirin.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser xwesteka Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyên xwe li gel welatên Erebî kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.