Şêx Şamo: Êzidî venagerin bin destê hêzên derqanûnî

dibêje rêkeftin hîn jî nehatiye cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê Serokwezîrê Kurdistanê ye.

Şêwirmendê Serokwezîrê Kurdistanê yê bo karûbarên Êzidiyan, Şêx Şamo ragihand ku hêzên çekdar yên derqanûnî, Şingal bo xwe kirine leşkergeh û rewşa Şingalê alzotir kirine.

Şêx Şamo ew yek diyar kiriye ku heta hêzên derqanûnî li Şingalê hebin, Êzidî venagerin bindestê wan hêzên derqanûnî.

Şamo balkêşande ser projeya heşda şebî ya bo çê kirina xaniyan li deverên curbicur bo endamên xwe û got: Niha prosesa bi şîe kirinê li Şingalê destpê kiriye û ew yek jî gelek metirsîdare.

Nav hatî behsa rêkeftina Şingalê jî kiriye û diyar kiriye ku di destpêkê de bi îmzekirina rêkeftinê kêfxweş bûne, lê heta niha ew rêkeftin nehatiye cîhbicîhkirin û piştî îmzekirina rêkeftinê, rewşa Şingalê metirsîdartir bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.