Çend pêgehên terorîstên DIŞIê hatin bordiman kirin

hijmara terorîstên kuştî nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

Ev pêgehên han li parêzgeha Selahedînê de bûn.

Îro duşem balefirên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorîstên DIŞIê, li dijî wan terorîstan, operasiyoneke asmanî ya berfire organîzekirin.

Di operasiyona îro de çend pêgeh û cîhên terorîstên DIŞIê li devera Çiyayê Mekhûl ya li Bakûrê Parêzgeha Selahedînê hatin bordiman kirin û ji navbirin.

Derbarê hijmara terorîstên ku di encama bordimanê de hatine kuştin ti zaniyarî nehatine belavkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.