Beriya çend rojan jiber barîna berfê hatibûn daxistin.
Wezareta şaredarî û torîzimê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku hêz û tîmên wan yên têkildar, berdewamin li ser hewlên xwe yên bo vekirin û paqêj kirina wan rê û cadeyên naveçyên çiyayî yên ku jiber barîna berfê hatibûn daxistin.
Bi taybetî li devera Hac Omeran, Amêdiyê û herwiha çend navçeyên din yên çiyayî yên Kurdistanê jiber barîna Berfê rê hatibûn daxistin û niha jî tîmên têkildar hewlên xwe yên bo vekirina wan rêyan didomînin û xê li ser wan belav dikin daku necemidin û hatûçû di nava wan de asteng nebe.
Veke tê zanîn roja çarşem û pêncşema hefteya derbasbûyî pêleke mezin ya berf barîn tevahiya Kurdistanê vegirtibû û di encama barîna berfê de jî gelek rê hatibûn daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin