Tevahiya mesrefên derman kirinê girte ser xwe.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku ew Cotkarê Kurd yê ku navê xwe Mam Sabire û şêniyê gundê Pilekaneye û di dema rûbirû bûna Erebên Hawirde yên ku bi piştîvaniya parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cebûrî dixwazên gundên wan dagîr bikin, nexweş ketiye, ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî vet ê dermankirin.
Wezareta tendirostî diyar kiriye ku Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye daku bo derman kirina Mam Sabir çi pêwîst be were kirin û tevahiya mesref û xerciyên derman kirnê jî li stûya xwe girtiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin