5 penaber birîndar bûne.
Îro di encama bûyerekê de agir bi kempa penaberan ya Dare Şekranê ya li Rojavayê Hewlêrê ket.
Birêveberatiya hêzên hawar hatinê li Hewlêrê belav kiriye ku îro di encama bûyereke agir pêketinê yaku jiber sobeya gazê qewmiye, agir bi kempa penaberan ya Dare Şekranê ketiye û di encama bûyerê de 5 kes birîndar bûne.
Du ji birîndaran jin û sê birîndarên din jî zarokin.
Li kempa Dare Şekranê Penaberên Rojavayê Kurdistanê dimînin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin