10 terorîstên DIŞIê hatine girtin

ev sê roje operasiyona han hatiye destpêkirin.
کوردستان TV
100%

Di nava 3 rojan de hatine girtin.

Navenda antî terora Îraqê ragihand ku operasîyonên hêzên antî terorê yên Îraqê yên li dijî terorîstên DIŞIê didomin.

Li gor daxuyaniya navenda hêzên antî terorê, di nava sê rojên derbasbûyî de bi giştî 10 terorîstên DIŞIê ji aliyê hêzên antî terorê ve hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ew sê roje operasiyona tole stendina şehîdan destpê kiriye û di roja sêyem ya operasiyonê de 3 terorîstên DIŞIê li devera Hît hatine girtin û bi vê rengî di nava sê rojan de bi giştî 10 terorîst hatine girtin.

Weke tê zanîn piştî teqînên roja pêncşemê yên li Bexdayê operasiyona tole stendina şehîdan hatiye destpêkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.