Du berpirsên jin yên Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin

ji aliyê DIŞIê ve hatine serjêkirin.
کوردستان TV
100%

2 berpirsên jin yên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Hesekê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Encûmena bajarê Heseke, her yek ji Hind Letîf el-Xidir ku Seroka Komîteya Aborî li bajarokê Til Temir bû û  Seide Feysel el-Hirmas, cîgira serokê Encûmena bajarê Heseke bû, êvara roja îniyê (22 vê mehê) hatin revandin.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin Hind Letîf el-Xidir û Seide Feysel el-Hirmas duhî kuştî hatin dîtin. Li gor zanyariyan, serê her du jinan jî hatine jêkirin.
Li aliyê din, saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê jî ragihand, beriya niha gef li herdû jinan hatibûn xwarin ji aliyê DIŞIê ve û termê wan jî li bajarokê Deşîşe li başûrê Heseke hatine dîtin.
Ji basnewsê hatiye wergirtin.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.